3 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin
Heşdî Şabî diyar kir ku li Teleferê di êrişa li ser hêzên wan de 3 endamên wan hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bû.
Heşdî Şabî diyar kir ku li Teleferê di êrişa li ser hêzên wan de 3 endamên wan hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bû.
Desteya Heşdî Şabî ragihand ku sê endamên wan di êrişek li Teleferê de hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû.
Li gel dewambûna şerê Îran û DYE-Îsraîlê, êrişên li ser komên çekdar ên li Iraqê jî ne rawestane. Di êrişek nû de 3 çekdarên hêzên Heşdî Şabî hatine kuştin.
Desteya Heşdî Şabî ragihand ku di êrişa duh ya li ser baregeha lîwaya 53 ya hêzên Heşdî Şabî ya li Telefer a ser bi parêzgeha Nînowayê de, 3 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku yek ji çekdarên mirîn, fermandarê fewca Mexawîr ya lîwayê Yasîn Mihemed Sadiq bi nasnav Ebû Teha Turkmenî bû.